31 October 2025 - 23:56
Elî Bapîr: Nabe ku meriv çavlirêya xêrê ji berpirsên Herêma Kurdistanê be

Serokê Komela Dageriya Kurdistanê got: Nabe ku meriv çavlirêya xêrê ji berpirsên Herêma Kurdistanê be û her kesek hêviyeka wiha hebe, şaş difikire.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê(s.x)-ABNA- Elî Bapîr got: Li Herêma Kurdistana Iraqê, hikûmet û Parliman di piratîkê de hitbar û mezinatiya xwe ji dest dane. Xelk di hejarî û xizaniyê de dijî, di halekî da ku berpirsan balafirên kesane hene û heyîtiyên xelkê veguhestine derveyî Herêmê. Elî Bapîr li bara hilbijartina parlimanî ya Iraqê jî got: Ev hilbijartina gelek girîng e ji ber ku mijara miaşê karmendan û niftê bo Bexdayê hatiye radestkirin. Herêma Kurdistana Iraqê divê peywendiyên saxlem û bi istiqrar bi hikûmeta Ireqê re hebe. Bapîr amajeyî rewşa nika ya li Herêmê kir û got: ger rewşa nika mînakek ji birêvebirina baş be, vêca birêvebirina xirab tê çi wateyî?

Serepeyv

………………………

Dawiya Peyam/

HERÊMA KURDISTANA

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha